• youreads puanı (5.00)


  1. en sevdiğim nizamettin ariç şarkılarından birisi.

    kürtçe sözleri:

    heland bi xweş xeberên xwe,
    bêhna misk û emberên xwe,
    ceneta sîng û berên xwe,
    dil ji min bir, dil ji min.
    çavê belek wê kil dida,
    beşera rû xweş gul dida,
    zerqê hubê li dil dida,
    dil ji min bir, dil ji min.
    hey wax, ji bîr naçin diha
    naz û nûbara xas, biha,
    zulfê zêrîn li dor guhan,
    bêhn û beşer, bedew, biha,
    teyr-tawiza per bi zêrê
    dil ji min bir, dil ji min.
    hilnegeryan em tu waran,
    gul neçinîn li tu beyaran,
    dosta min li nava neyaran
    ez zû xistim riya dagêrê,
    dil ji min bir, dil ji min.
    xeşibî me, hîlar ketî
    ji hesreta wî sifetî,
    bêbiata qelp derketî
    dil ji min bir, dil ji min.
    kilama min hubê - xalis,
    ew defîneya min a dengiz,
    wekî kûtekî nanê garis
    girt û avêt nava savêrê, -
    dil ji min bir, dil ji min.